Interview mit dem Dichter Hussein Habasch in Bonn
Sprachen: Deutsch Kurdî-Kurmancî

Am 12. September 2026 veranstaltete die Afrin Gemeinde Deutschland e. V. in der Toni-Mai-Halle in Bonn einen besonderen Gesprächs- und Literaturabend mit dem kurdischen Dichter Hussein Habasch. Rund 40 bis 50 Gäste nahmen an der Veranstaltung teil.
Der Abend begann pünktlich und wurde von Farida Zibar und Naziha Hassan auf Kurdisch eröffnet. Anschließend stellten Sewar Zibar und Jin Zibar die Arbeit der Gemeinde auf Deutsch vor. Der Moderator Aref Gabeau begrüßte die Gäste und führte durch das Gespräch mit dem Dichter.
Zu Beginn wurde ein Kurzfilm über Hussein Habasch gezeigt, der von dem Journalisten Riad Ali erstellt und betreut wurde. Im anschließenden Gespräch ging es unter anderem um die Rolle der Frau in seinem Leben und seinem literarischen Schaffen, seine internationalen Festivalauftritte und seine Auszeichnungen, darunter die internationale „Stećak“-Auszeichnung unter der Schirmherrschaft des Schriftstellerverbandes von Bosnien und Herzegowina.
Ein besonders berührender Moment war die Lesung von Gedichten über seine Heimat und seine Mutter. Hussein Habasch las auf Kurdisch, seine Tochter trug verschiedene Texte auf Deutsch vor. Im zweiten Teil las Jin Zibar ein Gedicht des Dichters auf Englisch.
Musikalisch begleitet wurde der Abend von Yousef an der Gitarre. Eine Büchertafel mit den Werken des Dichters bot den Gästen zudem die Möglichkeit, seine literarische Arbeit näher kennenzulernen.
Die große Aufmerksamkeit des Publikums und die emotionale Wirkung der Gedichte machten den Abend zu einer besonderen Begegnung. Viele Texte weckten Gefühle von Heimat, Erinnerung und Sehnsucht. Ein Gast würdigte abschließend die internationale Arbeit von Hussein Habasch und seine wichtige Rolle bei der Verbreitung kurdischer Literatur weltweit: Was er leiste, sei „eine große Ehre für uns“ und habe in seiner Wirkung beinahe die Bedeutung einer eigenen Medieninstitution.
Die Afrin Gemeinde Deutschland e. V. bedankt sich herzlich bei allen Mitwirkenden, Gästen und Unterstützern, die zum Gelingen dieses besonderen Kulturabends beigetragen haben.
Kurdî-Kurmancî
Şeva wêjeyî bi helbestvan Hussein Habasch re li Bonnê

li Bonn, 12ê Îlona 2026an – Civaka Çiyayê Kurmênc li Almanya e. V. li Toni-Mai-Halle ya Bonnê şevek taybet a wêjeyî û çandî bi helbestvanê Kurd Hussein Habasch re li dar xist.
Di vê çalakiyê de nêzîkî 40 heya 50 mêvan beşdar bûn. Çalakî bi demê xwe dest pê kir. Farîda Zîbar û Nazîha Hassan bi zimanê Kurdî şev vekirin û mêvanan bi xêr hatin. Piştre Sîwar Zîbar û Jîn Zîbar kar û xebatên Civata Afrînê ya Almanyayê bi zimanê Almanî pêşkêş kirin. Sipînker Aref Gabeau paşê hevpeyvîn bi helbestvan re birêve bir.Di destpêka programê de kurtefîlmek li ser jiyan û xebata wêjeyî ya Hussein Habasch hate nîşandan.Fîlm ji aliyê rojnamevan Rîyad Alî ve hatiye amadekirin û çêkirina wî hatiye şopandin.Di hevpeyvînê de gelek mijarên girîng hatin nîqaşkirin. Di nav wan de rola jinê di jiyana helbestvan û di xebata wî ya wêjeyî de, beşdarbûna wî di festîvalên wêjeyî yên navneteweyî de û xelatên ku wî di xebata xwe ya wêjeyî de bi dest xistine. Di nav wan de xelata navneteweyî ya „Stećak“ jî heye, ku di bin parêzvaniya Yekîtiya Nivîskarên Bosna û Herzegovînayê de hatiye dayîn.Yek ji demên herî hestyar ên şevê xwendina helbestên li ser welat û dayikê bû. Hussein Habasch helbestên xwe bi Kurdî xwend, û keça wî jî hin ji berhemên wî bi zimanê Almanî pêşkêş kirin. Di beşa duyemîn de Jîn Zîbar helbestek ji berhemên helbestvan bi zimanê Îngilîzî xwend.Şev bi muzîkê jî hate xweşkirin. Yousef bi gitara xwe beşdarî programê bû û bi muzîka xwe hiyama şevê dewlemendtir kir.
Herwiha, li cihê çalakiyê maseyek bi pirtûk û berhemên Hussein Habasch hate amadekirin. Mêvanan bi vê rêyê derfet dîtin ku berhemên helbestvan nas bikin û bi xebata wî ya wêjeyî nêzîktir bibin. Baldariya mezin a mêvanan û bandora hestyarî ya helbestan şevê kir civîneke taybet a çandî. Gelek ji berhemên ku hatin xwendin hestên welat, bîranîn, dayik û hesretê di dilê beşdaran de zindî kirin.
Di dawiya programê de yek ji mêvanan xebata navneteweyî ya Hussein Habasch û rola wî di nasandin û belavkirina wêjeya Kurdî li seranserê cîhanê de bi rêz û hurmet nirxand. Wî got ku xebata Habasch „ji bo me rûmeteke mezin e“ û bandora wê dikare bi girîngiya saziyeke medyayê ya serbixwe were berhevkirin. Vê şeva wêjeyî ne tenê derfet da ku berhemên helbestvan Hussein Habasch bêne nasandin, lê herwiha civatek ji bo hevdîtin, parvekirina hestan û nîqaşkirina wêjeyê û çandê pêk anî.
Civaka Çiyayê Kurmênc li Almanya e. V. ji hemû beşdar, mêvan, hunermend, nivîskar û piştgirên ku bi hebûna xwe û bi alîkariya xwe di serkeftina vê şeva taybet a wêjeyî û çandî de roleke girîng lîstin, spasiyeke germ dike.





Kommentare